Çeteyan goristana şehîdan a li Til Hemîsê xira kirin
Çekdarên ji Dêrazorê goristana şehîdan a bajarê Til Hemîs ê gundewarê Qamişloyê xerab kirin.
Çekdarên ji Dêrazorê goristana şehîdan a bajarê Til Hemîs ê gundewarê Qamişloyê xerab kirin.
Çavkaniyek ji bajarê Til Hemîs ê gundewarê Qamişlo dîmen û wêneyên texrîbkirina goristana şehîdan ji ajansa me re şandin.
Heman çavkanî destnîşan kir ku komên çekdar ku ji Dêrazorê hatine Til Hemîs bi zanebûn goristana şehîdan a bajêr bi temamî xerab kirin.
Di goristanê de keç û xortên bajêr û gundewarê wê ku di berxwedana li hemberî çeteyên terorîst şahîd bûbûnde hene.
Li Efrîn û Serêkaniyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker û li bajarên Tebqa, Reqa, Dêrazor, Minbic, Şedadê û herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûdê jî komên hikumeta demkî goristanên şehîdan wêran kirin.